Hemedan û Baba Tahirê Hemedanî

Di kitêvê de Raymond Roussel parçeyekî ji metnên Herodotos bi xwendevanan re par ve dike ku çîroka fetihkirina Medyayê a ji alî Cyrûs ve ye.

İzmir – Bi navê hunermend, şaîr û wêjevanên meşhûr re çîroka zimanên wan û mekanê ew lê hatine dunyayê û lê jiyane bala min dikişînin.

Baba Tahirê Hemedanî bûbû/dibe sebeb ez her Hemedanê mereq bikim. Îran Hemedanê weke paytexta medenîyeta xwe dibîne. Di heman demê de Hemedan weke paytexta tûrîzmê a Asyayê hatiye bijartin. Agahiyên di qada înternetê de dibin sebeb ew mereq kûrttir be bê têkiliya mekan û Baba Tahirê Hemedanî di çi astê de bûye.

Piştî min min „Locus Solus“ a Raymond Roussel xwend bêtir ketim mereqê. Di kitêvê de Raymond Roussel parçeyekî ji metnên Herodotos bi xwendevanan re par ve dike ku çîroka fetihkirina Medyayê a ji alî Cyrûs ve ye.

Çiyayê Elvend (Aruastu) li Hemedanê ye,  bi kanîyên xwe navdar e ne bi rêzeçiyayên Zagros ve ye, Cyrûs hewl daye li wî çiyayî kanên biqîmet bi dest bixe.

Di çîrokê de, li pey dagirkeriyê, Cyrûs li ber maseyeke mermer e, di kûpê zêrîn de ava Choaspes (şetê mezin ê Dîcleyê)heye ku ew kûp li ser masê ye . Mezinên Medyayê tên li hemberî efendîyê xwe ê nû serî ditewînin! Piştî rêûresm diqede, Cyrûs di nav bêdengiyekê de kûp dibe ser devê xwe.

Lê,  li ser serê berjorkirî, ew çiqas kûp xar dike jî, av, bi girtina hêzeke nedîtî ve, di qirika wî de naçe.

Bi talaş e, kûp dûrî xwe dibe, li pey, qîrînên matmayînê ên ji her kesî tê dibihîze: av, bêyî biherike erdê, di bin kûp de dibe şirik. Cyrûs, bi tirsûxof, kûp dûr diavêje, kûp dikeve ser xelkê, li wir, her kes kûp didin destê hev. Pey re, Medî ,bi biryara xwedawendan, bawer dikin  Cyrûs nebe xwediyê erdê wan ku Cyrûs nekariye ava Choaspes vebixwe. Medî serîhildidin, leşkerên Persî, bi zor  di nav guraniyê de dikarin Cyrûs biparêzin.

Pey re, Cyrûs ti car nekariye bi tumerî serî li Mediyan bitewîne.

Di kitêvê de tê destnîşankirin ku Herodotos ew qewimîn weke gotegot nîşan daye. Li gorî  Canterel ê di  Locus Solusa Raymond de,zêrê di bin erdê de ê ku bi hêmanên kîmyewî  hatî  xemilîn li ser çengê(kitle)avê hêza rakêşînê nîşan dide ku li gorî zanînê ti arîşe nîn e.

Weke vê gotegot welew qewimîn û çîrokê gellek çîrok, rastî û taybetiyên Hemedanê ê bêtir berê me bidin çavkaniyên Baba Tahirê Hemedanî, pê re jî em ê karibin hêza Baba Tahir têbigihijin ku ew  çavkaniyeke nivîskî a mihteşem a edebîyata kurd  e.

…………………………………….
Çavkanî:
1.Raymond Roussel, Locus Solus
2.https://parstoday.com

cihanroj@hotmail.com

Vielleicht gefällt dir auch