Konsepta rojname

Di vê rojnamê de emê pirrzimanî bi karbînin, nûçeyên rastî, analîz, hevpeyvîn, lêkolîn, dîrok û li ser jiyana rojane bisekinin.

Mirov di jiyana xwe da bi zanyarî û hînbûyinê xwe bi nûva dike û pêşve diçe. Piraniya însanan bi hînbûyîna rastinî xwe wek zanyar nîşan didin. Mixabin di demsala zanyarî û dîjîtalê de mirovatî dîsa jî bi nezanî jiyana xwe didomîne û bi kêmfikirî kirinên xwe tîne ser zimên.

Helbet mirovên zana, rexistinên rêk û pêk, rojnameyên rast dinivîsin hene, lê kêm in, têsîra ewana li ser civate kêm ê. Em jî dixwazin piçek gora quweta xwe alîgir bin, bo ve jî me xebateka bi firehî girt pêşiya xwe. Ev jî rojnameyeka li ser Internetê ye. Di vê rojnamê de emê pirrzimanî bi karbînin, nûçeyên rastî, analîz, hevpeyvîn, lêkolîn, dîrok û li ser jiyana rojane bisekinin.

Di vê rojnamê de prensîbên bingehîn ev in:

  • Ev kar, gorê mafên mirovahatî ên navnetewî ye û gorê demokrasiya rastî bimeşe
  • Ji hemberê nûçeyên şaş, ji propagandên siyasî, ajîtasyon û nijadperestiyê re hatiye girtin
  • Ev karekî objektîv e, dijî neheqî ye, jibo azadî û dadî ye
  • Ev kar, jibo demokrasiyeka rastî ye ku di jiyana rojana de jî te meşandin
  • Jibo ve jî ev rojname, jibo her fikir û ramanî re vekirî ye, her însan, netewe û oldarizan re vekirî ye. Herwiha, li ser prensîbên jorîn, bi zimaneki paqij û rast, bi agahdarî û rexneyên nû û dadî re jî vekirî ye
  • Ev rojname, ê bi giranî li ser nûçeyên rastîn û analîzên li Nemsa bisekin e û ê pirrzimanî be.

Ev kesen ku jibo aşitî, azadî, wekhewî, dadî, civata vekirî, demokrasî, pirrengî, pirrdengî û hevkariyê amade ne, em dikarin bi hev re kar bikin.

Vielleicht gefällt dir auch